Girê Dersilê - Gerîla
Gerîla wek pileng û şêr e
Keçik û kur û jin û mêr e
Ceng xweş kir li welatê jêr e
Tim li zinar û hîm û ferşan
Gerîla merd û cengawer e
Qehreman û egît û dîlawer e
Gernasê kurd û bîrawer e
Herî bi nav û deng û nîşan
Gerîla şervan û serbaz e
Ji bo rizgarî bi daxwaze
Li diyar û li gir û gaz e
Bêtirs dike vîlik û pîşan
Gerîla bo welat çekdar e
Tirs û xofa dilê neyar e
şoreşger û tim dost û yar e
Bo bindest reben û perîşan
Gerîla radibin dilivin
Tev li qada cengê dicivin
Ziman xweş in tev peyv hingiv in
Bo kal û pîr û hûr û gişan
Gerîla mafê kurd dipirse
Bo xwînxwaran bi gir û hêrs e
Dilê dijmin de xof û tirs e
Bo gemar û welatfiroşan
Gerîla tim dostê bindestan
Ji bo azadiya Kurdistan
Ew xwedî nav û şan û destan
Ew bi şer û ceng û êrîşan
Gerîla li çiyan şer dike
Tim dilê neyaran reş dike
Bi çalakiyan şiyar dike
Temar û xewar û xilmaşam
Gerîla li taxa jêr û jor
Bo welat dirjîne xwîna sor
Ew hekîm û bijijk û pispor
Derman dike birîn û êşan
Herîla bi şewla roj û hîv
çek û rextên wan ji zêr û zîv
Gundî tim ji wan re dikin şîv
Hogeç û beran û gamêşan
Gerîla li kort û newalê
Bo gula nav xweş û delalê
Li dij began dibe hevalê
Cenan û avdêr û qeraşan
Gerîla jîr û xurt û zane
Hem şoreşger hem partîzan e
Welat bihaye ne erzan e
Ji bo welatparêz û başan
Gerîla kulîlkan geş dike
Bi bîna wan welat xweş dike
Bi şer kedxwaran nexweş dike
Li nav zevî bênder û aşan
Gerîla bi komel û rêzan
Timbi ceng û êrîş û hêzan
Bi hezkirin û bi hemêzan
Ew hêviya rind û çavreşan
Gerîla bi şop û bi rêç in
Li dû wan jin û zar û zêç in
Di şer de birînan dipêçin
Bi nêrebend û bi debîşan
Gerîla li bajar û gund in
Ji bo bindestan baş û rind in
Li dinê tim î serbilind in
Kelemên gilîkar û cehşan
Gerîla li ser gir û qot in
Bi şer dilê dijmin disotin
Ew çi bikin? welat firotin
Parsek û berazê bexşîşan
Gerîla wek tîrêj û tav e
Dijmin ji ber bi bez û rev e
Mêtinger ji tirsan dikeve
Bi jana zirav û lareşan
Gerîla xwediyê Kurdistan
Heval û hogirê bindestan
Li nav gulistan û li bestan
Dermanê birîn û nexweşan
Gerîla gula rojhilat e
Li ser hîm û zinar û lat e
Ala wan li birc û kelat e
Hêviya dilxweş û rûgeşan
Gerîla bawer e dimeşe
şêr e bi kêf û şeng dilxweş e
Li Kurdistan her agir geş e
Bi qot û qirş û qal û xirşan
Gerîla şervan in li cengê
Govendê dikin kêf û hengê
Kedxwar dikin serxweşê bengê
Li quntar û kendal û kaşan
Gerîla`d cengê de mêrd û mêr
Bax û baxçe de bi tevr û bêr
Axa Kurdistanê zîv û zêr
Bi kar û bar xebat û pîşan
Gerîla`l welat hêviya dil
Li baxan geş bûn binefş û gul
Dixwînin kew şalûl û bilbil
çem diherikin bi xuş xuşan
Tebax 1999 Amed