A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Furûx Furûxzad - Xatirxwazî
279 Xwendin
5 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Furûx Furûxzad - Xatirxwazî

diçim westiyayî û zenûn û dilbizar
ber bi hêlîna xwe ya wêrane
welleh ji bajarê we dibim
dilê xwe yî bengî û dîwane

dibim heta wê menzîla dûr
da bişom ji rengê gunehê
ji hemû arezûyên nelicî û beyhûde
da bişom ji çilka evînê

dibim da ku ji te dûr bixim
ji te, ey şemla hêviyên bêçare
dibim ji bo zindî bixim gorê
da weselê êdî nexe bîra xwe

nalîn dilerize, rondik direqise
ax, bihêle ez birevim ji te
ey kaniya bi xumexum a gunehan
çêtir e ez hefza xwe bikim ji te

bi xwedê ez bişkoja şadiyê bûm
destê evînê hat û ez qetandim ji şaxê
ku lêva min cardin negihîşt wan lêvan
sed heyf, bûm şuhleya axînê

axir piyên min bi bendê seferê hatin girêdan
lêv bi ken, dil bi xwîn diçim
ey hêviya bêkêr a bê hasil
dev ji dilê min berde êdî, diçim

*Tehran, cotmeh, 1954
*Baweriyê Bînin Em Bi Destpêka Demsala Sar, Weşanên Avestayê, r: 45, 2021, Wergêr: Hatice Kılıç
Helbestên din ên Helbestvanî/ê