hemû hebûna min ayeteke tarî ye mîna ku te di hundurê xwe de dubare bike ber bi dembeyaniyên bişkivîn û şînbûnên bêdawî ve min axîn kişandiye, ax min di vê ayetê de tu bi dar û av û êgir ve fitrûm kiriye
dibe ku jiyan kolaneke dirêj be, ya ku her roj jinek bi zembîlekî tê re derbas dibe dibe ku jiyan werîsek be, ku mêrek bi wî, xwe bi şax ve dadileqîne dibe ku jiyan sebiyek be ku ji dibistanê vedigere dibe ku jiyan vêxistina cigareyekê be, di navbera rehaweta du hevhembêzan de yan jî derbazbûna segêj a rêborekî be ku kum ji serê xwe diavêje û bi rêboriyeke din bi lêvkenî û bê watedêr dibêje “ beyanî baş”
dibe ku jiyan ew kêlîya ku sergirtî be ku awirên min, di reşka çavên te de xwe wêran dike û di vê hisê de ye ku ez ê wê bi bîrbirina heyvê û bi dîtina zulûmatê hîn bibim
di odeya ku bi qasî tenêtiyekê ye dilê min bi qasî evînekê ye li bihaneyên xwerû yên xweşbextiyên xwe dinihêre li têkçûna xweşik a gulên di guldankê de li şitlên ku te di baxçeyê xaniyê me de çandî ye û li awazên qenarîyên ku bi qasî pencereyekê dixwînin
ax … ya ku ji min re mayî, ev e ya ku ji min re mayî, ev e û ya ku ji min re asîmanek e ku daleqandina perdeyekê, wê ji min distîne ya ku ji min re mayî, daketina ji pêlekaneke xopan e û bi tiştekî di rizîbûn û geriyanê de li eslê xwe vegerîn e ya ku ji min re mayî, gerîna bi xwînî di baxê bîranînan de ye û di dayîna kedera dengekî wan de ye ku ji min re bêje: “ji destê te hez dikim”
destê xwe di baxçe de diçînim ez ê şîn bibim, dizanim, dizanim, dizanim hechecîk di çalokek tiliyên min ên hibrî de dê hêk bikin
Guharan bi du guhên xwe ve dikim ji du gêlasên cêwî û neynûkên xwe bi pelên stêregulê dixemlînim kuçeyek heye li wir kurikên ku aşiqê min bûn, hê jî bi heman porên needilî û gerdenên zirav û lingên zeîf li bişirîneke bêguneh a keçikekê dihizirin ku şevê wê bi xwe re xwe bibin
kuçeyek heye ku dilê min ew ji warê zaroktiya min dizî ye
sefera hecmekî li ser xêzika zemên û bi hecmekî ducanîkirina xêzika hişk a zemên hecmek ji dîmeneke xwedî agah ya ku ji mêhvaniya awêneyê vedigere
û wisa ye kesek dimire û kesek dimîne tu nêçîrvanî di cihoka ku dikevin çala kirêt de, mircanekî dê nêçîr neke..
ez periya biçûk a xemgîn nas dikim ku di okyanûsekê de cihwar bûye û dilê xwe di neyekî qamişîn de lê dide bi aramî, bi aramî periya biçûk a xemgîn di şevê de bi maçekê dimire û di dembeyaniyê de bi maçekî dê were dinyayê
Qewlê Newala Sîseban - Şêx Xalid ZibarîHey maşaallah. Zehf xweşe. Ta'rifek béhemta bu jı bo cenga cihade u bı zımane kurdi. Em jı ber vi zımane rengin dızanın ku kafır buye xemgin. Lewra molla saidé kurdi ji dıbeje ez gelek hezdıkım destana qewle newala sisebane. Belè me dit ku sebeba hezkırıne çiye. Serfiraziya we dıxwazım. Spas.
Guliyên Eşqê - Nêrgiz Ismayîlguliyên wan eşqa heyatê ye... doh pirtûka Guliyên Eşqê ji min re anîn.. ez kêfxweş bûm.. tu her bijî delalê.. keçka bajarê evînê