A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Fewzî Bîlge - Mirin
327 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Fewzî Bîlge - Mirin

Navendên xweperestiyên e xwehezên me
Wan xwest ku xwe di destpêka zemên de bi cih bikin
Çi fêde
Retorîkên kut tundrewan e
Hebûn tunebûn
Di qarrînên bêakort de hertim canfeda bûn
Rê jê neçû
Fîgurên min têk çûn
Di malzaroka hunerê de herdem tîkîtenê, ji rê derketibûm
Tune bûm hebûm
Hûn, yê di rê de
Di şikeftên Altemîrayê de
Qey bi bedewiyê nehisiyane
Tu nemaye ku roj Amedê bihelîne
Çermê êgir digurom
Di hebûnsaziyeke bêdawî de
Ez bi dawî me, mirîme û heme
Çi fêde
Em ji miriyan hez dikin
Min got ez dimirim û mirim
Hûn ê çi bibêjin gava ku hûn mirin, de bimirin
Hûn, yên din xwe dibînin
Meytên we di morgan de bi xwedî bin jî
Mirî jî dizanin ku hûn ne ji wan in
De bicehemin
Di gorra bavê we de bimîzim
Beyî ku bimirin qey ne gotin hûn ji min in
Bê xatirxwestin Amed ji me re nehiştin û mirin

*Ji pirtûka wî "Têbînîyên Bajarekî Wêran"
**Bi destûra helbestvanî ye