A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Fewzî Bîlge - Keservedana Pêncî û Duyemîn
319 Xwendin
3 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Fewzî Bîlge - Keservedana Pêncî û Duyemîn

Bi gulebaranan pîr bûye
rûyê te
Xirbe
Awiran dide muridên kujerên xwe bê navber
Serê xwe daniye ser hêviyan
Çend kêliyan
Dixwaze bi xewê şa bibe
Ez û te
Êdî
xoşewîstê hevdu ne
De heydê min ramûse
Paceya min bê navber berê xwe diguhere
Hîn ku bajêr ronîkên xwe netemirandine
Hêdîka di guhê min de bêje nere

*Ji pirtûka wî "Antolojîya Tenêtîyê"
**Bi destûra helbestvanî ye.