A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Fewzî Bîlge - Jûrnal
177 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Fewzî Bîlge - Jûrnal

I
Sersefolî bûne notayên stranên me
Sersefolî bûne her rojên me

Ka
De ka
Em biavêjin êgir çîrokên paşerojên xwe
Û
De ka em ranezin
Di hembêza Xwedê de
De tu jî dizanî ez
Bayekî serserî
Di pêşbaziya rûbarên şerpeze de
Di sêwirên min ên dualîst de
Flarmoniyeke tirrovirro tenê maye
Û têrî bedewiya te nake
Peyv diqurifin
Reng diqerrimin
Jest ne yên Carlî Caplîn’î ne
Sersefîl im
Ne kefîl im ku nexapînim te
Sersefîl im
Ne kefîl im ku nexapînim xwe
Min rûyê te
Di nameyeke çewtomewto de ji te re bi rê kiriye

II
Jiyan jenerîka fîlmekî
Û tu
Fîguraneke bênav qehpekê dilîzî
Bar kir çavên te ji çavên min ên lêl
Kêl bi kêl
Min xwestibû ku te vebêjim
Qirr têkeve pasawanên lêvên te
Ji xirbeyên Nînowayê bêhtir in
Sersefîl im
Dilezînim
Vêca bajar zûtir min diterikîne
Bi Xwedê
Ne Meryem dayika Xwedê
Ne wan navika min avêtibû rûbarekî ku diherike
Perav bi perav
Tu li ku
Ez bodeleyekî dera hanê me

*Ji pirtûka wî "Têbînîyên Bajarekî Wêran"
**Bi destûra helbestvanî ye