A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Fewzî Bîlge - Derba Yekemîn
280 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Fewzî Bîlge - Derba Yekemîn

Xwezî mirin ne li ber serê min bûya her sibehên hevrîşimî
Her şev tu
Her tarî ez û ezmanekî dişibe morîkên te
Nofîguratîf dîsa şîn, mîna şînbirîkan
Ji min nediziyana rabirdûya min marên xwe dixwin û çend togên erzan
Zemanekî ji tofana Nuh pengiziye vî zemanî
Tam trajîk nîvqomîk
Baraneke flarmonîk bi teresêre alegorîk
Bi qasî lêdana dilê min nebariya wiha şida
Devê birînên xwe ramûsa bajêr
Talîmateke çend pêvek jî pêve
Gurî tepa me li te kûmê me li serê te
Çi navên li min anîbûn yek bi yek
Hinekan xwe ji çavên derizî vedizî
Bûn xêz, gelale, pêşnûma
Hinek ketin rê nebawerim careke din xwe bidin ber wê baranê
Min zanîbû dîsa wê taloq bikin pevşabûnên me
Berbangên mişt bi entrîqa
Têr nebûbûm hîn ji lêvên te yên bêhna nanê tisî jê dihat
Li ber hîva li xwe şikandî çend çivîk û dilê min li ser
Ji bo bikin qobay bidin ber neşteran

Zemanekî
Nizanim kîjan zemana ye
Belkî berî dîtina nan, berî hubrê an berî bizê diya Îsa
Bi hêviya bigihêm te
Belkî şopên te di dilop dilopande opera
Bi performansa hêsiran
Min xwe li Çemê Jibîrkirinê qewimand
Bila biçingînin di qedehên qrîstal de
Şeraba ji xwîna min çêkirine
Qedîm e herî kêm pencîsal
Noşîcan

Her şev tu
Her tarî ez û ezmanekî tu nemabû
Xwedê neke veguheze bibe qetran
Di demsala porspîkiribû de gava diçûm dev û rûyê payîzê
Pê re lerizîn
çavên te
Lêvên te
Bawer bike di şevbuhêrka stêrkan de
min tu tişt negotiye
ji bilî çîroka Sitiya Spî û heft kurtebalkan
yezdanekî bi her du çavan kor
bi sondeke hîpokrat
sond xwar got: “wiha, wiha…”
de bila, bila awirên te min bajon nava şer dîsa
ji bo vê carê ne di xewnan de
rastî te ramûsim û wan çend çivîkan
li ber guliyek sulava bêxal
her çi qas yên herî pir ji min hez kiribûn herî pir ez kuştibim jî
min û mirinê hîn xwe nesipartine hev
dema Postmodern jî tê de tu car
wî bayê bayê sor lêketî
kêliyek berê di guhê min de got: “navê te ne di lîsteya Schîller de ye” û boriya.

Zemanekî
Nizanim kîjan zemana ye û jixwe tu zemanan nehiştine
Paşxaneya pevşabûnên min rast têkevin ferhengan
Ji loma nikarim pevşa bibim bi peyvên xwe li gor gişî analitîkan qedexe –“îsyan”
Çendên li ser bêjingê mane rojekê helbet berî bajar min talan bike
wê bibin bûmerang
erê tu
ya ku dixwaze ro di rûya de hile li ser dikan
ji ber xatirê çemê miciqandine û hêviyên emirqut hiştine gişan
bila baskên min ji te re bin
tu bifire ser barûyek çiltebeq
tûpişkek ji şimayê wê bi teve de
û ji jor ve dest bihejîne ji yezdanê bi her du çavan kor
û hêdîka xwe berde xwar
erê tu
ya ku bi qasî temenê xwe dewsa gezên gotîk li ser çîcikan mane seksapel- hurr
te pêşerojên min bi tandansên mirinê dagir kiribin jî
bi qasî min çend çivîkan jî haviya xwe dabû wê rêya
di heft ciyan de bişike stûyê erdê te nabe ba xwe,
ji te re jî noşîcan
biçim an neçim
xwe bikujim an nekujim
zemanekî ne tu, ne ez
wê neçirisin nizanim kîjan zemana ye

03-06-2014
*Ji pirtûka wî "Gotinên Li Ber Devê Giyotînê"
**Bi destûra helbestvanî ye.
Şîrove

Ka tu şîroveyeke giranbuha li vê helbestê nakî?