A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Fewzî Bîlge - Derba Yazdemîn
143 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Fewzî Bîlge - Derba Yazdemîn

Li beyarekî şev wenda kirî
Fêr nebûne hîn em zimanê zemên
Dîmena bi qasî mirinê ne diyar
Baranek ji dil baran di çend zemanan de
Boriye, dibare, li ser çend kesên rûpirîsko
Li ber mirovên rûyê xwe kirine dîwarê girî
Darizandin
Berê wan dan riyên dûr bi qasî temenê wan yê borî
Dixwestin girêkan li çavên wan bidin bicemidînin dil qeşa
Ne dûr dibînin ne nêz hêz
Rê pir in
Bimeşin
Dimeşin
De rakin qedehên devsîxur bicoşin
Rê rêwiyên zeman
Cincoqên şikestî ber bi dîmenên dûr
Heya mirinê wê bimeşin
Xwe dane tengala zemanekî kal
Noşîcan be
Bi qasî hemû rojên me yên hatine daliqandin
Pirbare noşîcan

*Ji pirtûka wî "Gotinên Li Ber Devê Giyotînê"
**Bi destûra helbestvanî ye.