A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Fewzî Bîlge - Derba Sih û Pêncemîn
135 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Fewzî Bîlge - Derba Sih û Pêncemîn

bilind in singên te
bahçe ramûsana li ber siya suravêkan
du perestgehên her dem diperisim wan
bihuşt e her bihuşt e
hema payîzê li wan nelezanda
biharan digirî baran
tu car nagirî havînan
ka venexwe îşev
dernexe qedehên dorbimor
noş neke, neçingîne
rabirdûya min dikujin li Şengalê dîsa

*Ji pirtûka wî "Gotinên Li Ber Devê Giyotînê"
**Bi destûra helbestvanî ye.