A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Fewzî Bîlge - Derba Duyemîn
252 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Fewzî Bîlge - Derba Duyemîn

Dibên nemane li welatê çîrokan hîv, hêvî û hezkirin
Hêlîn danîne maran dewsa rûbarên miciqandine.
Yek hebû yek tune bû nemane
Ka dinya ji çîrokan pêkhatibû ne ji atoman
Utopya bar li ser perên teyrekî baz –kal rê duryan
Şikandine hemû galgalên min
Dimeşe dilê min karwan
Naxwe lêva jêr bide min, tî me
Dilê min giş ji te re ne ser bi ser
Ez dibêm yek hebû yek tune bû mane
Pevşabûnên me di nava kewanê de
Di nava dunikan de sêberên kenên te
Rûyê te awêneyeke bêçarçove
Hezkirin dubare, sêbare, pirbare
Û bejna te dengekî zirav e
Du quwîzanên şilfîtazî
Di rûyê te de hilnayên çavên te
Bi ferme xirbê dil de, bi ferme qedehê rake.

*Ji pirtûka wî "Gotinên Li Ber Devê Giyotînê"
**Bi destûra helbestvanî ye.