A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Fewzî Bîlge - Berxik
434 Xwendin
2 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Fewzî Bîlge - Berxik

Awêneyek hebûya
Li ber çavên stêrkên porrkurr

Gava berhev berhev li dewsa maçên dêya te dida
Ezman xemginiya çavên Eyşe Şan’ê
Bêdengiya çolan
Belkî ji ber windabûna dewsa maçên dêya te ne
Tu ketî
Tivîlkên kut li ezmanan dikuliyan (difirriyan)
Di rûyê wan de bişrîneke Mona Lissa’yê
Zeman li xwe vegeriya
Geriya
Çavên te asûmanê Sad’î diderizandin
Tu di nav okyanûseke bêav
Di devê gurekî manco de ma
Binihêrin
Çavên te rengên roja ku wê hilê
Tev xwe de civandine
Bê text
Bext
Pelek
Pelek dikira biweşiya bê wext
Ji dewsa lingên Mediyan
Ax
Ax avis e dîsa
Tu nemaye –zik li ber devî- dike bizê berxikekî weke te çavbelek
Belkî bifilite
Vêca ji derban
Ax awêneyek hebûya
Binê behrên bêbinî
Û
Kenê te
Çavên te
Gava ku perdeya çavan diçirrand rê bidaya
Wê kêliya
Weke di çîrokan de
Stêrkan porrên xwe berdana
Û hinekan çend maçên jidil ên wan
Ji berdêla yên dêya te
Ji te re bianiyana
Ax! çîrokek min hebûya
Dîmenên hovekî
Û yekî ku nizane helbesta binivîse
Çend roj e di şerrî de ne
Şev mir
Sebr kevir
Û tiştek hebûya bibûya hibr
Wê hinekan helbest binivîsandina
Ax! Helbestek min hebûya

*Ji pirtûka wî "Têbînîyên Bajarekî Wêran"
**Bi destûra helbestvanî ye