A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Fêrîkê Ûsiv - Te Bîr Nakim
321 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Fêrîkê Ûsiv - Te Bîr Nakim

Xewnêda jî te bîr nakim. zerî,
Xewnêda jî xewna al û zerî,
Riya muhbetê hê diçe hevraza,
Hê em syarin hespê bext-miraza.

Hê ew sêra pala çiyayê gundda
Ber çevê min ne betal û unda...
Wede mîna mija wan bêlana
Nenixamtiye xewnê min hêlana.

Bîna çiyayê Qemerdax hê xweş tê,
Hêwa sivê ji çevê te reş tê
Lîqe-lîqa kenê te hê tame,
Cewarra bûye xulîn û miqame...

û tewirî em hê pêda qestin,
Ji muhbetê jar û melomestin:
û rûdinîn em li rex newalê,
Serê min ser çoka te zewalê.

Tarihanî tu li hafa gêlî,
Ser bedena minda xar û mêlî.
Porr û guliyê teye zêrîn pencin,
Pencêd tevê ser sîngê min gencin:

û tilyê te hê ew nermebane,
Bayê nermik porê minra şane.
Ramûsana te keremî min kir,
Dengê wê tê hê ji qefa kêvir,

Ber guhê min hela zinge-zinge,
Dilê minda keser û hizinge.
Na, bîr nakim, te bîr nakim, zerî,
Xewnêda jî xewna al û zerî...
***
Xewn û mital fikarê min,
Hûn mîna berx û karê min...

û çaxê ez, berxvanê gund,
Li deştêd me, çiyayêd bilind,

Min ku pêşya berxa berda,
Bela dibûn mêrg û erda,

Xwe didane berpalêd çiya,
Diçêrpandin gul û gîha...

Lê carna jî li wan erda
Min ku pêşî zef berdida,

Berxê mine nes direvyan
Diketin ciyê qorix û ziyan.
***
Elegeza min mîna deveke bêhed, bargiran
Bê tog û dizgîn wê xwera îx bûye bi qurn û dewran,

Herdu heçêd wê mîna gurmikê pişta vê devê
Kawik û kubar dûrva dixwênin rojê û şevê.

û gul-gîhê wê mîna terr-xurcê pişta devê bar,
Bi hezar terzî, hezar awazî daketine xar.
***
şeva Xidirnebiye, û çiqas jî derew,
Kêfa min jî vebye vê derewa bedew.
Min pêçaye ser-guh, derketime derva:

Qey ezmanê sayî arîka xên-mêne,
Siteyrikê lê dayî nexşê arin, lêne.

Hîv "kuleka" "xaniye" li jor ewê tangê
û penc jorda aniye mîna dolîdangê...

Ezê bikevmêda, xwe bikilêm dilbarî,
Paşê nav berfêda razêm totikxarî...

Xewnêda tî-mest bim, bihara reng-rengî
Tas av bide dest min mîna qîza bengî.

îşev dîsa kalekala berxa bû ber guhê min,
îşev dîsa wek tifala kêflû bûbû ruhê min.

îşev dîsa bê şerr û dew ez li çiya û baniyê me,
û kerê xwe min berda bû dora cew û kaniyê me.

Ezî xewa nîvê şevê, vanê siya xwe min pîva,
û hetanî serê şivê sî bû sê ling û nîva...

û çev minda va mexelin berxê me li ser ava,
Kerê şivîn ji birn derket û hate wan hindava.

Bergalêd me li ser fêzê, pez hêwirî li biniyê,
şivan tase şîrê miya dot, bir danî nav kaniyê...

û paşê kir kêf, laqirdî, çika kê dil ketye kê,
Wexta berxa bela dikin yara kê pêşyêda tê...

...û hey qise, hey laqirdî, dîsa gilî û qirar,
Kevçî hatin dorbidorê, sirê hate şîrê sar...

Sî ket nava terazina, bakî hênik nerm gujya,
şivan "yehkir" li bizina, û berxê me pey kişyan.

Bû pişkînya karêd kever, xirmîn kete dor ava,
Ez dîndarê çolê mabûm hetanê ro çû ava.

Roavayê min berxê xwe bir belakir, şiv danî...
Vê sibê rabûm û qelema xwe şayîrtiyê hilanî...
***
Wextê beranberdanêye, ax li kume ez...
Pez-berxê min xemilîne bi sor û gevez:

Kerê şivîn binya gunde, berxvanî li bale,
Xemla berîn çiqa rinde, malda kalekale...

Rêncber keriya lê badixin, hîvya zedane...
Zed hazirin, û kêf-kêfa qîz û gedane.

û bêsebir beranê sor dertê ji hundur,
û kevanî dide pêşiyê, li pey - qîz û kurr.

û keleşê minî delal datê nava pêz,
Li ber şivan û berxvana zed dibine rêz.

Xozana nan dibe mîna sifra têr-tijî,
Dixwun-davên, leber dike kelbê şivîn jî.

Gedêd biçûk nan loq dikin û nava ada
Dor kerê pêz çapik-çeleng didin tirada...

û geş vetê rengê deşta wek bengzê qîzê,
Serda zerr-zîv dibarîne teva payîzê.