A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Fêrîkê Ûsiv - Kurdistan
1251 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Fêrîkê Ûsiv - Kurdistan

Agir û antêxî tu,
Hew maye - min vêxî tu,
Hal û îlik bêxî tu,
Hey zor û zordesta min.

Lê çi agir, nûrî tu,
Hevdu nafûr-fûrî tu,
Ji hev bela , dûrî tu,
Hey tu rast û qesta min.

Minra hergedayî tu,
Diya dûr-derayî tu,
Ne li van erdayî tu,
Hey tu erd û besta min.

Ez bilbilim -qal û dax,
Tu sorgulî,dinya-bax,
Li minra venabî,ax,
Hey merem û qesta min.

Qurn û dewir û sal-zeman
Heyrî bengzê te ez mam,
Kurdim, kuyî Kurdistan,
Wey dîl û bindesta min…