A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Fêrîkê Ûsiv - Kurd Xerîbdost e
258 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Fêrîkê Ûsiv - Kurd Xerîbdost e

Kurd xerîbdoste,
Kurd ji mileta aqa hiz kirye,
Wekî navê wan
Bi hewas-heyran
Ser zar û dilê kurdada dijîn,
Gotye înglîs,
Romo û Receb,
Kurê xwe ezîz
Navkirye Ecem,
Navkirye Ereb,
ûris û Gêrman.
û hela çerkez,
Cahûd, Emîran..
Kurd xerîbdoste,
Her milet û merd
Ser zar û dilê kurdada dijîn,
Lê hene nemerd,
Ku naxwezin kurd
Erda jî bijîn…