A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Fêrîkê Ûsiv - Gozel (Elegez)
1912 Xwendin
9 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Fêrîkê Ûsiv - Gozel (Elegez)

Sîng û berê kew-gozelê Elegeze,
Vê biharê wê xemilye rez bi reze:

Memikê yarê ser bedenê cot kanîne,
Xalêd sûret mîna konê kurmancîne.

Guliyê yarê mîna cewê der biharê
Hev girtine, fitil-fitil têne xarê.

Ezî li ser kaw-kubarê bengiyê xefur,
Min da desta û lîlandin sîmê tembûr,

Min go:-Yarê, tembûr destê minda helya,
Were lawikê xwe keremke cotê guliya. . .

Go:- Beytûyo, porr û guliyê min qumaşin,
Yêngê mîna te bêsewda û bêhişin:

Sîng û berê min zozane, ez çevreşim,
Ne ya teme, para lawikê xwe keleşim. . .

Got, berzeqê û bi avir min nihêrî,
Avirê wê min bûn mîna kêr û dirî. . .

Cotê guliya bûn cote mer û min venîn,
Sazê min ket, tilî-pêçiyê min lerizîn...

Mêrg û geliyê Elegezê girtin dûman,
Nizam çira gelo bihar bû zivistan. . .
***
Zeriyê zenda zer hildaye ta enîşkê,
Raser hatye, dibişêve serê keşkê...
Ew keşk nîne, reben dilê mine, yazix,
Ji dest huba wê dihele, usa dişkê...
***
Xwezil, xwezil, ya min biyayî,
Xwezila bûka diya min biyayî,

Te çok veda ber pîngê wê,
Serî bida ser sîngê wê,

Porr û guliyê xwe reş berda,
Diya min porê te vegirta,

û min destê wêyî çira
Li ser porê te paç kira...
***
Ez bûm kanî, jorda hatim,
Ber bi baxçê te xulxulîm,
Sura dilê te da ser min,
Ax nîvê rê ez cemidîm.
***
Lawikê min çû, bû xwendekar,
Bfcrbi gundê me nayê,
Yara xwe hişt, çara xwe hişt,
Bîrkir sozê dinyayê.

şeherlûke tîtik-mîtik
Qey muhbeta wî kirî,
Dilê lawikê min bû kevir,
çerxa min çep zivirî.

Ez çi bikim bejina bilind,
Xirxê xweyî reng-rengî,
Gava lawikê minî ezîz
Ser şeherlûyê bû bengî...

Hergê bêjim: "Were, lawik,
Ez xezala serê çiya",
Ax wê bêje: "şeherlûya min
Kew-gozela nav baxça".

Hergê bêjim: "Were, lawik,
Ez sosinim, gula reng",
Ax wê bêje: "Barişna min
Hewirmişa al-fireng"...

Wekî bêjim: "Ezê tera
çêkim berr û xalîça",
Wê bê: "Dosta min dizane
Nexş-nîgarê şah, padişa".

Min rebenê, hergê bêjim:
" Ez xanimeke cindî",
Heqî-heqiyê wê bê:
"Dostê prafesor û xwendî..."

Na gidîno, qesem-qirar,
Xwendikarî bûye dem,
Ezê hildim qey xatira
Defter, kaxwez û qelem...

*Çavkanî: Bijare, Weşanxana Lêgal Plyûs, 2010