A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Fêrîkê Ûsiv - Dengê Şero
412 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Fêrîkê Ûsiv - Dengê Şero

Dengê şero perweze bû li van kona, şên û dûza,
Go: "Hekîmo,malhemekê, pêşkêşa te memikê qîza".

Agir girte dilê xorta, van cahila, van tunsiza,
Feqiyê Teyra tirbê rabû û Dîlbera xwe ramûsa. . .

Dengê şero kire zingîn, çû gihîşte erşê ezmîn.
Ji hewas û hijmekariyê cî lerizîn pêvir û mêzîn,

Berfa heçê Elegezê- ku hê nediye bahar, havîn,
Te go, helya û jorda hat, çem û cewa kire xulîn. . .

Pîrê diha li dev gorê, bi rû-hedem kalê zemîn,-
Dilê wan jî tev hevdu bû û evîntiya xwe bîr anîn. . .

Dengê şero, te go, gihîşt heylo Sîpan û Cizîrê:
Rabûn hevra kirin sowbet Mem û Zînê ji kibîrê. . .

Te go, Xecê rabû û got: "Siyabend, rabe, hatiye bahar.
Dengek pêra ji wêda tê, ez mam hewas û hijmekar.

Dibê: "Hekîm, hey hekîmo, dû-dermanê xwe tu hilde".
Rabe Sîyabend, belkî hekîm bicebirîne birînê te...

Kubra şero perweze bû li van kona, şên û dûza,
Bengî Fêrîk bû sewdeser, hilda hezar hub û mûsa,

Go: "Bistirê, şero, bira, dilê min bû kûra êgir,
Ez têr nabim kilamê te, ku helandin berê kêvir. . . "
***
Adar go: - Dilê min mêrg û zevî,
Xezalê, canê, kuda direvî...
Hergê bilbilî, ez - gula kezî,
Gulê dihêlî, kuda dibezî...

Xezal zivirî dêmê hewasî,
şibêta horiyê min kire nazî,
Go: - Adar, dilê min bête-bête,
Wele ditirsim ba-bagerê te.

Min go: - Xezalê,- min go, - delalê,
Ez heyrana te, wê galegalê,
Were netirse bayê adarê:
Pey adarê tên gulêd baharê.
***
Agirê hubê ez kirim bilbilê te,
Hêsirê min cew, kişyane ser gulê te,
Ax cemidîn, ax nîvê rê bûne bûz
Ji dest seqem, surr û serma dilê te.