A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Fêrîkê Ûsiv - Demaxatirî
430 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Fêrîkê Ûsiv - Demaxatirî

Ji birayê birêz, Kemal re

Radyo mînanî zengilekî bi sêhr
Sêwreke batinî radihêle jêr,
û verêkirê dor rêwî girtî
Bîrde dibirin ji kêf û laqirdî.

Dem dibe beraş, giran dizivire,
Dibe deqîqeya tima dibirre.
û aha, aha, yek û dudu jî,
Dilê evd dibe ewrekî tijî.

Bê çar in li vir xeberên însan:
Heyr dibe hêsir, dibe ramûsan,
Dibe gultim dest, hêl dibe hewa,
û li hev dikeve wek porê kewan.

Rêwî tar dibe ser pêpelingan
çend gavan diçe û dizivire hanga:
Dem tevîhev e û çave tijî,
Mohra melûliyê ye xala wî ya reş jî.

Li xwe dixurdile û deqeyek demek,
Xeber dibilqe: “Qurbanî we me…”
“Qurbanî we me…”

Te digot, ku ev xebera Kurdiyê
şems bû, wekî nerm hate rûyê erdê.
û heland, heland,
Her tişt li vir heland,
Erd heland, hesin û kevir heland,
Firende heland
û bende heland,
Heland, perçîm kir bi hev ve tomerî
çendik çend xeyset, çendik çend merî.
û êmanekî bedew, bimbarek
Gişk pê de bi hev re bûn dil û zarek.
Kelimîn kûr kûr:
“Birayê me yê nûr,
Dîl im dilê te jê bû, ma li vir,
Dîl im dilê me te birrî û bir.”