A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Fêrîkê Ûsiv - Bihar E, Şaîr!
747 Xwendin
2 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Fêrîkê Ûsiv - Bihar E, Şaîr!

Bihar e, şaîr!

Qelemê li cem xwe hazir xweyî bike.
Te hew dît xumam kete guhêran,
Te hew dît çemên hemle hilşiyan,
Pêlan pertav kir nolî kihêlan
û “siyar”êd spî li ser hilqoşiyan.

Te hew dît şepeyê şeqal mehes kir,
Stû bi zinêr ve bû çalma çîl
Qulinga çîtê li esmên meqes kir,
Di gêlî de giriya roviyekî pîr.
Te hew dî refê reşêleyên dengbêj
Bi şirîtan ve bûn şeve-şirdan,
Li ser “mazmazk”a “Dibûrî” dirêj
Raçiya zincîra kerê şivan.

Te hew dît berxa kozan kir kalîn,
Dûyê pûş, pelaşan li ser gund bû ewr,
Te hew dît bîrde Gulperiya narîn
Ji te re keniya wek binefşa gewr.

û dilê te jî te hew dît jîr-jîr
Stra nolî teyra torxe.
Ê olecax in, bihar e, şaîr!
Qelemê li cem xwe hazir xweyî bike.