A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Ferîd Xan - Gazina Pelan
418 Xwendin
2 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Ferîd Xan - Gazina Pelan

Payîz e, li me û li darê.
Payîz e
Em hêrs bûne û ketine
Em zuha bûne û weşiyane ji darê.
Niha ba û lingên çend kêvroşkên bicinabet,
Me di mava darên tazî de merezarî dikin.
Niha baranên ku ji hilma tengezariya şahê ezmên dibarin
Me, bêçarên ku ji şaxên dara xwe qetiyane û dûr ketine,
birîndar dikin.
Em bi zora bayên ku li me arezû hatine
Li çal û çixûran kom bûne û mane li bendeya rizandinê.
Em pel in.
Qasek bi şûn de
Dê berf li ser zerbûna me bibare
û me bişewitîne!
Qasek bi şûn de
Dê rengê beriya mirinê, rengê zer jî têrka me bide
û me bişîne nemanê!

Payîz e, li me û li darê.
Payîz e
Em hêrs bûne û ketine
Em zuha bûne û weşiyane ji darê l.
Niha ba û bagerrên har, em ji darên me weşandine
Ber bi çal û çixûran ve radikişînin.
Em evînên ku ji nişka ve bişkivî,
Xemgînên ku ji nişka ve giryayî ne.
Em pel in
Ji biharekê tên, nagihîjin tu biharan.

17.10.2002
Wuppertal
*Ji ber pirtûka wî hatîye deşîfrekirin