A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Ferhadê Içmo - Sitêrên Evînê
203 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Ferhadê Içmo - Sitêrên Evînê

Heger çiya
li ser sînga goga zemînê
bilivin...
heger şîrmij
ji pêsîrên
sînga dayikên xwe
birevin...
heger omîdên pîroz
bi melûlî
li ber dergehên yezdanan
binivin...
heger volqanên dilovaniyê
di dilên guran de biteqin
û kurmên harbûnê
di nav
penc û diranên şêran de
rakevin...
heger olperistên cîhanê
bi yekcarê
ji olên xwe
derkevin...
heger xwîmij
û tawanbarên dev bi xwîn
li ber kavilên
dêr û mizgeft û nimêjgehan
li hêviya zirna Israfîl
bi civin...
dibe ku wê çaxê
sitêrên evîna te
ji ezmanê baweriya min
dakevin... !?

15 - 10 - 03