A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Ferhadê Içmo - Şîna Seydayê Min
175 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Ferhadê Içmo - Şîna Seydayê Min

Seydayê min, ez çi bêjim
Herkes zane mirin tal e
Mirin çûnek bê vegere
Rêbarînek bê heval e
Mirin tirsa dilê şad e
Rewan ji ber tim dinale
Jiyan baxê xewnên xweş e
Mirin tê de ne ti fal e
Zanistiya tev li rastyê
Ji xwedî re bilind al e
* * *
Seydayê min serî rake
Dost û heval tev li virin
Sed mixabin seydayê min
Rojên mirî nazîvirin
Kesên wek te ji milet re
Her ronak û rê û pir in
Pêtên finda dîroka te
Bi mirinê venamirin
Li bin axa goristana
Gelek hêvî dihêwirin
* * *
çava digrim seydayê min
Di bîr tînim rojên berê
Rewanê te li ber ba ket
Weke tûmê kelemperê
Kenê lêva hîn xuya ye
Li ser pelên wê defterê
Kê bîrdibir tev li kefen
Tîrêj here ser oxirê
Ê ku sehkir bawer nekir
Tenê gotin erê erê..
* * *
Erê jînê serê rake
Ka te çikir bi vê kînê
Pel û pênûs hîn dinalin
Ji ber êşa yek birînê
Ji wan xêza em têrnebûn
çav tên şûştin bi nerînê
Cej`n û sersal mane sêwî
Li ber kêla Mem û Zînê
Bi mirinê em tên sotin
Kes têr nabe ji evînê
* * *
Ji bîr nabe seydayê min
Ji bo rastyê tu nîşan bû
Pêncî salî ji ber BEKO
Tu rêbar û perîşan bû
Li ser rêça azadiyê
Serbilind û xwedî şan bû
Di Payîza helbesta me
Tu kaniyek bi weşan bû
Geh tu mey bû geh tu ney bû
Tu serkêşê serxweşan bû
Sitêra te bi xwezya re
Ji ezmana xwe berda xwar
Baxê kenê dêm û lêva
Bê deng maye xemgîn û sar
Li omîdên dilê riswa
Berî esir bûye êvar
Pelkê şermîn li ser şaxa
Gazî dikin ev e bihar...?
Vê Adarê ferman rakir
Hespê peyvê ma bê siwar.