A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Ferhadê Içmo - Qêrîna Yekemîn
181 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Ferhadê Içmo - Qêrîna Yekemîn

Li ser dêmên
rûpelekî berfîn
du lêvên zuha
û çar diranên tirsonek
bi ser hevde
di rikrikîn...
bi qêrîna yekemîn re
dîwarên
zindana bîr anîna
tevde terikîn...
bayên kul û êşa
perçên
ewrên omîd û hêviya
gihandin hev
pelkên zer û rizyayî
li dor
şaxên daxwaza
bi ser dêmên axê de
weşiyan
û zîzikîn...
berî ku baran bibare
çemên
awaz û helbesta
ji bê dengiya
dilê min
ber bi derya xewna de
kişiyan
û... herikîn...

16 - 1 - 01