A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Ferhadê Içmo - Kurdo!
320 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Ferhadê Içmo - Kurdo!

Kurdo!.....
kengî tê şiyar bibe,
ji xewnên,
par û pêr û do!.......
heta kengî tê binive
li ber awazên,
“Felekê çima te li me wakir“
û axînên bi şewat, bikşîne
di ber pey’vên
stirana “ Derdo “ !......
het kengî.......
wê dergehê serê te
girtîbe,
hember peyva rast û dirist.
lê peyva derew, di dilê te de
weke xurêl û zîwanê,
ji yekê..
dibe sed û dido.!!!!...........
mane vaye,
kerwanê çerxê bîsta,
bi giranî
koça xwe barkir.
û başbazirganê,
çerxê bîst û yekê,
gazî te dike,
serê.... xwe.... rake.... merdo
va... ez hatim
serê xwe rake kurdo !!!..... !!

Kurdo!.....
kurdo bipirse:
çima hetanî îro,
tu maye li paş.....
bi hezarên sala
te qeraşî ji xelkêre dikir,
lê rokê Ji roja..
te ji dil nexwestiye
ku tu bibe xwedî.. aş!!!....
piştî“Saykis û Bîko“mirin,
nû te xwe naskir,
û tu ma mat û şaş. !......
rokê ji roja,
te ji xwe nepirsî:
çima ev laşê min,
dibe tîfil û telaş.........
ka li Caldîranê,
te ji kêre nêçîr dikir..!!
te di ber kê de weke mêrxasa
dikir qêrîn û şabaş!........
dawî......
di navbera, Lozan û Sêfir de,
xelkê li te şikandin,
hetanî bi hestiyên laş!!!!......
erê........ kurdo..
hîn jî tu dibêje:
sed mixabin,barê min girane.
û berê min,
ketiye kaş!.......
erê....kurdo......

Kurdo...
ji berî ISA de.
li ser riya,
kerwanên hevrêşim.
te xwe kiribû
dergevanekî lewend!....
rokê ji roja,
dilê te nebijiya,
bac û xeracê,
te tazînekir
dest... û...zend!!........
di peyre....
li ser agirê,
BABA GURGUR,
laşê te şewitî
û xwîna te,
ji xelkêre bibû,
Ronak û Elend. !!......
erê....kurdo....
serî rake û bibîne,
ça....wa....
li ser sînga dayika te
îro avadibin,
ev..... Avbend!!.........
ez bi tirsim
tu di nav avêde bimîne,
masîkî rêbar...
yan li ser avê tu bibe,
bazekî revend!!.......
rabe kurdo...
li cîhan seranser...
bûye dîlan,
bûye govend.....
guh ned rondikên SEBA,
guh ned nalînên NEWA,
guh ned..,
giryê Saza
NEHAWEND........

15.10.1998
*Kovara Jîn, hj: 44-43, 2000, şam