A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Ferhadê Içmo - Dikim Nakim
328 Xwendin
2 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Ferhadê Içmo - Dikim Nakim

Dikim nakim
têlên tembûra min
koknabin...
dikim nakim
perdên şaş
ji cihên xwe
ranabin....
û sazbend bi carkêre
bi ser cihê
kerkê têla
venabin...
ezê çawa
sirûda azadiyê bêjim.
û bi ser de
kwînêrên serê til’ya
dernabin!!!...

3.12.1998
*Kovara Xwendevan, hj: 11 Havîn 2000, şam