A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Ferhadê Içmo - Dema
393 Xwendin
3 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Ferhadê Içmo - Dema

Dema baxên rastiyê,
bi erzanî,
li ser tingê dîrokê,
ji bo diryên derewa,
dibin qurban....

Dema rewan gurî bibin,
û raman genî bibin,
û ewrên hêviya sitewr bibin,
û nema ji wa bibare,
yek dilop baran....

Dema tîrên rojê,
bi dizî!!.
derkevin û herin ava.
û heyiv xwe vedize,
ji keriyên sitêr û sîtava.
û çeteyên riya kadiza,
talan bikin dilê bûk û zava.
û dilopên xwînê bibarin,
ji çavên Yezdan......

Dema qehreman û mêrxas,
têkevin kewara! ! !
û dizên pelên dîrokê,
bi weynekî..
bibin..
serkêşên talan û hewara!!
û xwedyên xamên jehrîn,
bi zora..
navtêdan û piştgirtina fermandara
bibin nivîskar..
bibin helbestvan!!.....

Dema zarokên biçûk,
li sikaka..
bi serê neyar sûnd buxin!!
û pêşmergên kevnar,
bi zikreşî,
li gasîna..
xwîna hevdû vexun!!
û zendî ji bo bazirganiyê,
ronîvro..
termên pakrewana,
ji bin axê derxin!!
û bifroşin!!!!
bi nerxekî erzan!!.......

Dema partîzanên me,
heta nîvê şevê,
ji çayxana venegerin!!
û rêzanên me,
li ser masên meyxana,
weke mirîşka,
di xewre herin!!
û zêrevanên me,
bibin qehremanên yariyên,
pokêr û konkan!!!......

Dema şivanên me,
eşkere..
bibin dostên gura.!
û dûşivanên me,
berxên salê,
bi nezanî bidin bi çekura.!
û bêrîvanî,
ji tirsa..
dernekevin ji hindira.!
û keryên me,
di meha gon de,
bimînin bê beran!!!.....

Dema tawanbar,
bi serbestî bibe..
fermandarê dadgehê.!
û yase,
êvarî..
bi hêsrên hejara,
xwe tahir bike,
ji gunehên sibehê.!
û welat tevde,
bibe zendan!!!.....

Dema bav..
guh nede,
nalînên zarokên xwe. !
û dîrok,
bibe..
nêçîrvana çîrokên xwe.!
û zarok,
birevin,
ji hembêza,dayikên xwe.!
û befir..
nema bibare,
li serê zozan!!!.....

Dema desthilata çara,
bibe..
kodikek vala.!
û rastî, li çola.
mişext û ewarebe,
bi roj û meh û sala.!
û kurdayetî,
bibe cudabûnek,
ji dibistana bav û kala.!
û welat perwerî,
bibe..
gunehekî giran!!.......

Dema xwediyên şella,
bibin..
qehremanên çîrokê.!
û cih..
ji bo hejara nemîne,
li ser tingên dîrokê.!
û kevokên sipî bimrin,
di navbera,
çenên, terez û teyrokê.!
û teraziwa dadvaniyê..
bibe..
zirnazîq û hêlan..!!......

Dema tivingên pêşmerga,
li paşya sînora,
bêne firotin.!
û kincên..
zarokên pakrewana,
ji ber pîna..
nema bên dirûtin.!
û tiving,bi tena xwe bimîne,
li çiya,
bê mewîj û bê tûtin.!
û berkên tivinga,
ji guranre..
bibin diran..!!......

Dema.....
malzarokên xewna,
hişk bibin!.
û li pêsîrên hêviya,
bibe payîz,
û zuhabibin.!
û sibehên, biharî..
Heng, ji xewa şêrîn,
ranebin!.
û çardehê, Nîsanê,
şaxik nepişkivin,
û gul û çîçek,
venebin!.
wê çaxê.!.....
bera..................
yezdanê dilovan,
ji ezmanê hefta,
sê fatîha bixwîne,
li ser....
kavlên kurdistan..!!.....

2.4.1999
*Kovara Jîn hj: 30, 1999, şam