A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Ferhad Merde - Ruha
1421 Xwendin
4 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Ferhad Merde - Ruha

riha hezar sal zivistan
ba, bahoz, bager, berf
ne havîn, ne bihar
gul çilmisîn di xemê xwe da fetisîn.
laş qerisî, ziman tevizî, diran lerizî
ev zivistan xwe kir kefenê mêrg û çîmen
veşiyane pelên daran
pirpirîk man bi hesreta dîtina findên geş
çemên bi pêl şîro bûn û sûretê riha di eynika çeman de nehat dîtin
hezar sal tarî
ne çav awirên xwe dibîne
ne guh dengên xwe dibihîze û şevên bê stêrk li bedena riha hatin pêçandin

hezar sal riha di bin xeleka sêdarê de tirba xwe bi rundike xwe dikole
wê kî riha bibîne?
wê kî nas bike?
wê kî bi qêrîna riha şiyar bibe û wê kî karibe kêziye riha li ber bayên azadiyê li ba bike?
hezar sal riha di halên xweda ma gotin wê xweda lawikekî bidê

mehabad serê xwe rakir û dengê xwe kir bangawaziya xwe û got: "sondê bi navê xwedê!
ew lawikê ku bê dinyayê wê qazî mihemedê meydana çar çira be"

amed gotiye: "wa mehabad bizanibe ezê xwe bikim dergûşa lawekê ku pê
erê tu çima nabêjî ew lawikê ku dinyayê bibîne wê şêx seîdê pîran be"

dêrsim gotiye: "bawer bikin şevên di min di xewna xwe de dîtiye
ew lawikê ku di ber xewna min da wê seyît rizayê pehlêwan be"

qamişlo mafê gotinê bi dest xwe girt got: "hela rawestin!
ez bi hesreta dîtina awirên çavên cigerxwîn im
ger ku cigerxwînekî min hebe
wê ew lawik cîgerxwînê duyemîn be"

ew silemaniyê dil bi keder gotiye "na! na! ez bajarê hilmet û ûrbanî me.
erê çima hûn nabêjin ew lawikê ku çavên min li benda hatin û dîtina wî
wê mehmûdê berzencî be"

hurmuz û ehrîmen bûn wekî volkanekî agir û gotin:
"wa bizanibin! em warên pêxemberan in.
tu lawik nayên li ser rûçiken erdê ne ku wekî pêxember zerdeştê kal be"

deng bilind bû, mezin bû
bû qiyamet li her milet û her netewa belav bû
deng bilind bû, mezin bû
bû qiyamet li her milet û her netewa belav bû

belê îsraîl gotiye: "her çiqasî yên wek firawûn xwe li ser serê me bikin xweda
hela dua bikin belkî ew lawik wekî pêxember mûsa be"

naxwûsa xirîstiyana kirin zenge zeng û gotin: "sonde wê xaça li ser sînga patrîka,
ew lawikê ku dakeve li ser rûçikê êrdê dibe ku heybeta wî weke heybeta îsayê meryem azra be"

ruma gotiye: "hêviya min ew e ku ew lawik spartakus e! li ser rihê koledaran be"

ummeta îslamî berê xwe da ezmanê bilind û duaxwaziyê xwe ji rebbê xwe xwestin û gotin:
"ya rebê min! wî lawikî bide min da ku ev lawik parezvanê sîreta muhammed e."

"ew çi lawik e ku ji herkesê re bûye meraq?"
hinekan gotiye "kî dizane?"

belkî ew prometheûs be, li hember zilma zeûs be..

yan jî manî be, li hember ramanê şapûr be

yan jî hesen û hunis sebbah be, xwediyê destanê alamût be

yan jî xwediyê sebrê be, ku sebra wî ji sebra pêxember eyup be

yan jî halayci mansûr be
eflatun be
marks be
lenin be
gandî be
yan jî kî be?
herkes gotiye "yê min e"

piştî zivistanek tûj û di nav meraqê de pir sal derbas bûn

çav man hesreta dîtina lawekî ku pê bihar dixwaze wî ji xwe re bike gul
û gul dixwaze wî ji xwe re bike xulam
dar dixwaze wî ji xwe re bike bilbil
û bilbil dixwaze wî ji xwe re bike awaz
çem dixwaze wi ji xwe re bike kanî
herkes dixwaze wî lawikî di dilê xwe de bike padîşah
ew çi lawek e ku ji herkesî re bûye meraq

qêrîn, deng, hawar
xim xim bi dinyayê ket
erd hejî hejî, hejî hejî
û ji nift te da ketin milyaketên cinneta azadî wek brûska ji ezmanan hatin xwar wehîdan
got bila kes nekeve tu gumana ku ev lawik di dilekî tenê de razé
çimkî lawike ku ji evinê rê bûye padîşah wê evindarê dilê her mirovan de be
wê wekî ayetekî di misheba azadîxwaza de bijî
wê ji neslê îbrahîm el xelîl be wekî pêxemberekî
ne yê destpêkê û ne jî yê dawî be

xwedî îdeolojîyekî ku raneweste, berdewam be
wê ji hilbûna agirê şoreşa bindestan be

caran dar e, caran sterk û caran erd e, caran heyv e
û di dawî de wê ew lawik di ezmana da bibe roj
wê nîşana serkeftina zarokên welaten agir be
welatên mezopotamya

wê eşq be, bawerî be, nûbûn be, biryar be, dilsoz be
wê ew lawik sentezê hemû netewan be
wê kî be?
kî be?
kî be?

wê ocalan be..
ocalan be..
ocalan be..
Helbestên din ên Helbestvanî/ê