A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Ferhad Merde - Gazin
1815 Xwendin
3 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Ferhad Merde - Gazin

gaziyê min ji te ra. xwe ji min dûr xist û te destê xwe ji min birî
te hîşt ku ez rondikê xwe di dawî de neyînim û her bikim girî
ma ne ez bûm min dilê xwe ji te ra kiribû textekî hewîrmêşî hirî
û tu di hewşa mala min da bibû wek kevokek kedî
û te serê xwe kiribû ew kofiya xweşikî bû gulgulî
û nizanim ji bo çi min ênirî. xwezî min bizanibiya kî bi aqilê te dilîze ku ez hez te dikim

dema ku min hez dikir tu hîn biçûk bû
û te di nava zarokan da pence berka dilîst
û te nizanibû ji bo çi rondikê min di der te da pîr dibûn
dema tu biçûk bû tu weke mehsîyekî hilûç, tu di destê min da nedihatî girtin

û te nizanibû ji bo çi ez te nêçîr dikim
ew çaxa min rûkeniya te berî ku kenê xwe dahildidanî
xwezî min bizanibiya kî bi aqilê te dilîze ku min navê te li deftera evîna xwe da avîtiye yara min

erê kîjan roj e de gotibû were cem min û ez nehatim
û kîjan roj e te qêrîn ki û bi qêrîna te şiyar nebûm
kîjan roj e te xwe xemiland û ez birqunek
û xweşikbûna te serxweş nebûm

heger carek min pişta xwe dabe te nefretê ji min bîne
û heger carek min gulîlke te bi şerbeta evîna xwe aw neda be nefretê ji min bîne
û heger min fîncana di destê te de tiştek jê wenexwaribe nefretê ji min bîne
û heger min mûma şewa te bi destê xwe vemirandibe nefretê ji min bine

bêje min bêbextê bêje min tu derevçî ne bejê min di duriçikê bêje min tu xayîn e
û tu li ser min çi bêje tu serbest e bêje bêje
tu baş nas bike yara min di wa yasa ya evîndarîyê te tu carî xiyanet nîne
kanî te gotibû ez ê parçek ji gulîyê xwe ji te ra bikim diyarî

û kanî te gotibû ew cejn çû di cejnê kî dida ez ê şekirekî di nava levên te da bihilînim kanî
û kanî te gotibû min sond xwariye ku ez ti kedera di nava xemên teda venejînim kanî
û kanî te gotibû ku heger tu bimre bila ez jî bimrim
û bila ez jî bimrim û bila ji bo kesî nemînim kanîî
ez derewçîn im yan tu derewçîn e
ez xayîn im yan tu xayîn î peymana min û te hebû
bi rondika kela evîne ava bikin ma çi zû te ji bîr kir
di nava xelk û alemê da min derewçîn dernexe ku ez bêjim min yarek heye yara min

ketim ber tavên bêbexta û ez neketim
mam di dinyayekî ku herkes deriyê xwe li min bigre û ez neketim
di nav çar dîwarên bedengîyê da min bi tena min hîştin û ez neketim
zingara zincîra newalên kurman di destê min de çêkirin û dîsa jî ez neketim
neketim neketim wellehî ji ber te ez neketim

ma ne ez bûm min hîşt tu porê xwe di çemê dînbûna min de bişo
û ez bûm min hîşt tu kezîyê xwe bi tilîyê destê min buhunîne
û ez bûm min hîşt tu sûretê xwe di rondikê çavê min da bibîne
û ez bûm min hîşt tu kewa xwe di heyva kew çêrîna li ser zevîye dilê min biçêrîne
û ka ji xeynî kehr kul û û meraqa pê ve te çi daye min
û ka ji xeynî ku ez bidim nîşana mêrkujî awirên pê wa te çi daye min

da kengî te min bibe ser behra dilê xwe û tê min tî vegerîne
da kengî ez ê li benda sozê te bim te min bi sozê xwe yî derewîn bixapîne
û da kengî ez ê di meyxana xweşikbûna te serxweş bibim
we herkes ji min ra bêje tu dîn î

êêêê de bes e ji derdê te êzabê sala dikşînim bes e
min derfet nîn e ez wî dilî bi xwe ra hilînim
te çi ji min xwast û min negot na
û min çi mektup ji tera şand lê te bersiv neda, neda

li benda bersiva te her tişt kete xew
û ez bi tena xwe mam, ma ew qumrîya di nava min û te da hatû çû ma mir
çi ma yaramin tu nehelî kabûs û pîrebokên di xewna min û te da bibin serkêşe govenda me
û tu nehêle beko ewan jî bibe bazirganê şewk û şemala te
ka tu were ji nû va em dest pê bikin
û nû va em kederan li hev par bikin
û ji nû va stêrkan dahwetî şewa xwe bikin yara min
ne tu min bigrîne û ne ez te bigrînim
ne tu min bixapîne û ne ez te bixapînim
bi gulîlkan em kela evînê awa bikin yara min
ji nû va em di dibistana evînê de xwe perwerde bikin
qey tu careke ji min ra were rûnî mehbûra ku bi tewna min hatîye çêkirin

ez li benda teme ku tu bide min pehrîyek nan ji tendûra agirên te sincirî
û xwezîya min sifrîya xwe bixemilîne bi penêren koçerî
û te bide min kaqûdek ji rêbazek ku te bi destê xwe çinî
û tu her şefaqan bide min şanek ji hingivên helandî

wek ku herkesî ez hez te nakim
le belê weka xwe hez te dikim
weka ku herkesî navê te nakim eyşê
ne ez dibêjim fatê û ne ez dibêjim xecê

lê ji kurdî pê va tu nav xeştir nînin ku ez navekî li te bikim yara min
hela ka tu carekî din li bejn û bala xwe bike kiras û xeftanê qedîfe
ye dîlbera xurinîya bazin û xilxala li ber guhên min bikeve
ka tu carek din derkeve bi xizêm û guharan qurunfilî

wê di sînga te da gerden bibe morikên mirowarî
û tu çendî zalim û bê ûjdan be ez ê li te biborînim
û her çendî gotine te ji min ra zemherî û jehr be ez ê daqiltînim
ku agirên cehnema te ji min ra qeder be jî ez ê xwe te da bişewitînim

ku tu çi li min bike şîrîn e
tu tehl be jî tu şîrîn e
tu simak be jî tu şîrîn e
keçê tu fêlbaz be jî tu şîrîn e

li hember min di bi kîn be jî tu şîrîn e
tu şîrîn be jî tu her şîrîn e
e hîn tu çi ji min dixwazî yara min
belkî ez nikarim te bi texsî û ereba û otomobila bigerînim
lê ez dikarim te bawêjim ser hespa dilê xwe û te birevînim
hey xwediya çelkezî ma hîn jî tu ji min ênirî
ma hin jî tu ji min ênirî
ma hin jî tu ji min xeyidî
Helbestên din ên Helbestvanî/ê