A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Feratê Dengizî - Xwesteka Dawîn
93 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Feratê Dengizî - Xwesteka Dawîn

Dara bihîvê, takekî dara berû û dêliyekê dixwazim
Li ber serê xwe, li ber kêlikê
Kêlika abadîn
û
Nîsan, Mizîlaqên Bizinan û yên Miyan û Beybûnan dixwazim
Li ser dilê xwe heta abadînê
û
Te dixwazim di dilê xwe de
Yara delal
û
Kurdistan...

24.02.2013/Amed