A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Feratê Dengizî - Winda
120 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Feratê Dengizî - Winda

Tizbiya min winda ye
We nediye gelo
Ji ber ku hişê min winda ye

Ê em nabin însan!
Ê ku em her tim serwerê xwe şîrîn bibînin
û eduwê qewmê xwe bin
Hezar bi birçîbûne herin jî
ma çi ye!
nizanim
Ji ber ku hişê min winda ye

Yekî ku du gotinan dibihîse li ser serê me dibe alim!
cahil li kursiya aliman e
revok şervanên derewîn
dadigirin xezîneya neyarên xwe
û nabêjin çima
Hûn şer dikin, em dimirin!
Hew em keserê dikişînin
Ji ber ku hişê min winda ye

Berken Bereh bêheq nabêje
“Di binê roja xeyidî de
ewrên rûtirş hestên kal
payîz!”
Qira mêran hatiye
Arjen melûl û bêdûnde
Mirina hezaran jî
nalivîne tiliya mirovahiya demokrat!
naêşîne wijdanên bisilmanê “zureker!”
Ma birçîtiya bi sedan li cem wan çi ye..!
nizanim
Ji ber ku hişê min winda ye

Lê ez azadiyê dixwazim
û ez ê bi ser bikevim
Ji Mazlum dizanim
Her ku mirovahî winda ye..!

09.10-03.11.2012 / Amed