A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Feratê Dengizî - Welato
115 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Feratê Dengizî - Welato

Min bêrya te kir
Min bêrya qesela te kir
Min bêrya bêhna qesela te kir
Qesela payîzî
Gihayê hişk ku nezar û newalan
Dike Bihuşta Zehra
Dewar û pez / di tavheyvê
Di hênekahiya sibehê de tê de diçêrin
Tew ku baraneke payîzî lê bê
Ez qilçixkî wê bimêjim
Ku em li ber deviyekê yan jî mêwekê rûnên
Bi qaçaxî
Goşik tirî yan jî qemçik hejîr bixwin
Destên me tev mezeloqî
Rahêjin nanekî ceh
Herin ser çem
Gepik nan û qulpik av
Gepik nan û qulpik av
Pez hatibe ser ava esirî
û bêrî be jî
“Me re şivan bi çi nas dike..?”
Tasek şîr
Ku ji guhanê bizinê nûh hatibe dotin
Werê germ
Weke şîrê diyê..!
Weke ava heyatê..!
Ava nemirinê..!

Welato..!
Min çiqas bêriya te kir
Weke zarokê bêriya şîrê diya xwe kiribe..!

6 Avrêl 1999 / Ordî