A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Feratê Dengizî - Talan Bes e
141 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Feratê Dengizî - Talan Bes e

Geh li ber Tîjle bi stûxwarî dinihêrim li keda xwe
Geh li ber bircê bikeser dinihêrim li dîroka xwe

Ka keda min xwêdana min bi ku de dihere
Bêxwedî ji xelkê re bi bereket dibuhure

Talan e zordariye nema ji min re tu par
De bêj Tîjle hewar Ferat ez dixwaz im alîkar

Zozan Serhed Dêrsim û Xerpêt kanî ye
Di kemile hasil û neft li Mûsil ew bi cî ye

Karker ez im cotkar ez im çavê min li derî ye
Rom û Ereb Tirk û Faris dest li ser daniye

Bagok Cûdî Nemrûd û Zagros xêrderî ye
Axa û beg şêx û keya nîrên mijokdarî ye

Xaka min dipelixe bi hovî û hercûmerc
Raperîn im hêdî hêdî ji berxwedanê re xerc

Xwedî Kawa û gurz im nadim keda xwe bes e
Hêz daye min Tîjle û Ferat ta ku dijmin bitirse

Amed Gebar şûrê min in serkêş Mazlûm û Mahsûn
Serî hildan pilingên Medya bi Rojê re tê serxwebûn

şikest nîrê bindestiyê ar ket koka xiyanetê
Gemar şûştin agir û xwînê welat gihaşt selametê

Bi nirx û gewher dagirtî ye dîroka min
Nûr li enî Roj e serdar rih dayiye weatê min

15 Gelawêj 1997/ Ordî