A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Feratê Dengizî - Silav Nayên
118 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Feratê Dengizî - Silav Nayên

Ez evîndar bûm li ser holikan
Li ber reza û li ber pêlikan

Wek Leyl û Mecrûnê li asîmana
Em xweş dijiyan li ber bîstana

Ez bûm Mecrûnê hov rî kurisî
Bêhiş li halê mêvana dipirsî

Dilîniyek kûr û bê çareser
Wek Memê ji bo Zîn derbeder

Lê tu xeber nadî timî sikut
çav bi awir,dil bi keser, gotinî qut

Ne herêyî ne jî na, dil bi hêvî
Silav nayne bayê sibê qutifî

Evîna min wek çirûskên agir
Sorivîn bariyan xemên min bir

Ew agirê çolwar û asiya
Li ber derî û li ber dêliya

Li ser taht û an li ber şikefta
Di kûreya an di paş zivinga

Diperitîne ciger bi evîn
Wek roj derê ji berbangê derivîn

Li benda te me li ber holikê
Cem bihîva sax bi dêlî ya dikê

Kulên bê çare ne xewna xidir
Yara delal weke Ferat bikşîn sebir.

4.Berfanbar.2001/Ordî