A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Feratê Dengizî - Şekir û Azadî
105 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Feratê Dengizî - Şekir û Azadî

Ji bonî Kendalê bişirîngangilokî

Ji gofretan hez dikir
Bi pirîn jî ji şekirên nav kaxezan
şekirên eydê

lê azadî şêrîntir bû

çend gofret
û kîsek şekirê nav kaxezan
li ber kêlika wî
bayê azadiyê silav dikir

şehkirina bayê çiyê
çiyayê azad
a porê wî yê sorsorkulîrik
û mizdana kêlikên wî

azadî û pevşabûn…

29.Avrêl.2012-Qesrik
Qesrika Nisêbînê