A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Feratê Dengizî - Ne Ew e
167 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Feratê Dengizî - Ne Ew e

çi dîlbera meşwerdekî
Dimeşe tê ji hemberkî
Bejinzirav memik sêvkî
A li bende me, na ne ev e

Porqemerî ya hez lalîn
Awirnermîna xezalîn
Lêvşekera dil binalîn
çav dihebe, lê ne ew e

Wek kulîlka darbihîvê
Sor û spî rengwîzê
Serî rake bibînim qîzê
Qam dîlber e, lê ne ev e

Wek rihana serê latê
Ew porê zer çiqas lê tê
çav hungivîn kezî zerê
Mizîlaq e, lê ne ew e

Gangiloka morbinevşîn
Sorgewezê dide min tîn
Nezer nebe çav birijîn
Qam dirêj e, lê ne ev e

Xwe bi zeriyê xemilandî
Poz biçûkê nexişandî
Lêvtenikê kemilandî
Dil ji min bir, lê ne ew e

Reng esmera dilketimê
Lewqtenika lê lal mamê
Takrihana çiç’hinarê
Pir henûn e, lê ne ev e

Ez dildarê xweşikiyê
Evîndarê hezhebûnê
Rojzerîna heqîqetê
Wer li bende me, lê ne ew e

Kurdistan e navşêrîn e
Azadî li bejnê qîm e
Ji vê evînê hetikî me
Dizanim wê bê, lê ez ne ezim!

28.09.2012, Amed