A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Feratê Dengizî - Napeyivin
156 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Feratê Dengizî - Napeyivin

Bêdeng in
Navserên çiyan
Av û robar
Berf û baran
Kaş û evraz
Dar û ber
û xweşzelaliya kaniyan
Bêdeng in…
Bayê serê çiyan
Bagerên dol û newalan
Ji tiliya xwe bêhndikin / bêhnakin
Kew û kevokên berrî
Ne bihawar in
Dibên “Ma hawar e!”
Bes di hestiyên me de biçêrin
şîr nema di pêsêrên çiya de
Teba bêliv in
Ne ji xirrê demê ye
şîrhelalî şîrheramî têkilhev
Kel lêdixe, difûre zeman
Diherike seleba çala te
Tu di seleba çala demê de birrî
Seleba çala bavê wê
Firra avê nemaye ji şoreşê re
Li benda kenê te
Li hêviya dilopa dawî
Ya xwîna te ne
Bila kesek ji dêya te pê ve nebêje
min çok da erdê û lawik anî!
Zarok ji bo kenê te di lîskê de ne
“Sant axa / Santir axa
Qant axa qantir axa
Hilifî milifî / çarçûlifî…”
Bes îşka me bişidîn bêdengî
Ma te îşka xwe bi pîşt xist hey zeman
Ka afirîna te hey ê mezin
Av dernayê ji çalên me
Bîrên me tev hestî ne
Ne hestiyê xencera çilkezî
Dil hinav mêlak û gurcikên min / me radikin
Ji pêncî û yek cihan
Lê ew / em tovê jiyanê ne
Mejiyên genî dinizile ji sermilên rutbedaran
Zanistî ketûm û tirsonek
Xwedêgiravî dem dema zanistî azadî û demokrasiyê ye
Lal bêhtir bi ziman in
Bipeyivin
Tiştê ku Xwedê kiriye betal nabe

çima hûn napeyîvin

14 Nîsan 2009 / Amed