A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Feratê Dengizî - Kela Mêrdînê
152 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Feratê Dengizî - Kela Mêrdînê

Pir pozbilind î
Pişta te li Zinara rengîn
Berê te li Beriya zengîn
Tu bereketa dîroka kurd
Emanetê ‘Mêr û Dîn’
Mêtinger te fetisandin
Ji ber wê tim
Serê te bi ewr û xemgîn
Wek hêlîna bazê belek
Aşê felek
Pir bilind
Wek evîna ‘Mem û Zîn’
Teht û lat û bircên te
Nîşana serbestiyê
Bi axîn û dilbixwîn
Wek evîna Cegerxwîn
Li bende mizgîna me yî

Wek rextpêçanê / Wan sûkên teng û dirêj
Bêhna azadî jê tê / Herimand
Rom û erebên qirêj

Emperyalî te girêda
Bi têlên rêsayî û kumê spî
Lê reşkirin wek dilê xwe
Yê qirêjî
Lê tu Keyakser î dîl najî
Te azadkir
Gurmîna dilê hevalê Sebrî
Ne dûr e
Bi nûr e
şuştina te bi roja Medî
Bixemlîn e bihîvên xwe
Bi keskesor û zer êdî
Taştêyek li Nisêbîn ji Apê Mûsa
Firavîn li Deriyê Stewrê
şerekî xweş li nîvê kelê
Bes e ev bindestî
Axa te / Ava te / Xwîna şehîd
Govenda serbixwebûnê
Bi qêrîna keleşê / Li serê kelê
Bavêje ji ser xwe melûlî
Sazdibe li Kurdistan sosyalî
Jiyaneke wekhevî
Hesreta EGîT Mazlûm Ferhat û Xeyrî
Kêfxweş e li gorê
Hevalê Sebrî

Adar 1997, Ordî