A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Feratê Dengizî - Ka
180 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Feratê Dengizî - Ka

Ka dilê min warê te yê tije evîn û heskirin û dostî
Ka sozê te dabû min û dilzêrîn
Bêçare zeman çi xwest ji xwedawendan
Disekine dil û saet qet nasekine zeman
Hey zeman ez ê qet nebêjim êdî bisekine
Bêminet î biherike bi qed tu karibî
Heyîn çi ye çi ma ji tunebûnê
Di asoyê de demtariye tim û tim
Ma afirîne asîman û guman û hizirîn
Li ku ma hebûn û rastî û dilsojî
Ka bûyera afirînê rehman lê nerehîm
Qeharî serdestiye rehmanî jî koletî
Hebûn ma zelqa hişkî dilkenîn
Za ye ew hebûnê gerdûnê
Lê nemaye qet misqalê evînê
Hêvî qut bû hêvî nûza di germroja kemînê
Ew kemîna mêrkujê azadiyê
Doravê dike berdermanê birînê
Birîn kurmî ya bi hezarên salan
Hebûn he ye lê qet ne tu yî derman
Hezar kelam hezar selam li wargehê hebûnê
Hê negotine bingeha hebûn û tunebûnê
Encam zer e hebûn sir e za ye aşkeraya vê xwînê
Dilnermî û dilovanî ew hebûna vê rojê
Him hekîm e him jî dê ye lê ne bav
Tunebûn e xwedî zeman gav bi gav
Bes e dilêm bi aram be lê ne tirs
Tirs hebûn e ew e havênê azadî

Ka digotin heq edalet bû hakimê rûyî zemîn

1 Berfanbar 2006 / Amed