A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Feratê Dengizî - Dîlberê
195 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Feratê Dengizî - Dîlberê

Hê dîlberê gerdengazê
Lêvşêrînê awirbazê
Dil ji ber vê b'kazekazê
Bi qêrîn e di hezazê
Ev hezaza kûrawiran
Ketim bîra dilgawiran
Sêngûbera çêjhinguvan
Ev bejna ta spîdaran
Spîdara li Heskîfê
Bi xweşkêşa Selwadilê
Hiş ji min bir Melagulê
Bûme bengîn î bêhişgirê
Bejnûb
ala Zînxemilî
Dil ji min bir bi wî kenî
Ew awirên dilkulkul
î
Sêngzozana xweş bigulî
Hê dîlberê hê segbavê
Te'z gêj kirim û avêt avê
Ev av dibe ta Mûsilê
Ez Siyabendê sing di dilê
Ramûsanek b'rihê min e
Bêj e herê îro ji min re
Ba rihîstinek a li vir e
Fîda giyan qet ne kul e
Rengesmerê genimgunê
Takrihanê li ber min ê
Hiş û aqil çû wê dinê
Ketim bextê evîndilê
çi sûc li min ev sewda ye
Bê sedem û bê lava ye
Sûc ku he be tev ê te ye
Ewqas rindî ma qey rewa ye
Hê dîlberê ez bigorî
Carkê av bide ser vî dilî
Emrê çûyî tu tê de birî
Ka keremke bisk û gulî
Ligel biskan lêvên şekir
Mêşhiguvbam ez li ser wir
Bi ked û hêzê mêjim nemir
Wek Melayî aqilê min bir
Dayêm qirka takrihanî
Deşta singê rengzozanî
Bixwim mizdim wek şîranî
çêkim pênêrê Heyderanî
Serê deynim ser wî girî
Derbas bibim nevala hûrî
Li girê din konvekirî
Emrê mayî b'rengbihuştî
Sal tev çirkin li wê xwezayê
Baevînî xweşî dayê
Qet ranezim li wê serayê
Hokim doşkim b'lorîndayê
Li lewqabihust xwe bipêçim
Bi bejna zirav xwe rapêçim
Dara bilind ez dorpêçim
Heta gorê ez mest biçim
Xweşawirê xweşbiberê
Ka em herin hebkî derê
Xwebipêçim carkê b'tenê
Ez qayîlim bi sedxencerê
Jixwe xencer li ser dil e
Bi yekdîtinê hezar kul e
Dengizî bêhiş wer dikule
Dilê zîz e wek bilbil e
Ew bilbliê li ser latê
Lata Kelhê banê Tîjlê
Hêvya'm ew e tu azadê
Bextewar bî li vê dinê
Bo azadbî li jiyanê
Xwîn dirêje li meydanê
Kerem bike wer eywanê
Tu jî dengved' li Cîhanê
Bêje azadî evîn e
Ew evîna ku li dil Zîn e
Zîn azadê Memê dîn e
Ferat bes e dil birîn e

19.02.2012-Heskîfê