A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Feratê Dengizî - Dibêjim Egît
153 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Feratê Dengizî - Dibêjim Egît

Bi teqîna keleşê
Bîranîna kelehreşê
Bi xebata şevreşê
û
Bi mizgîna şoreşê
Dibêjim EGîT
Bi zeriyên êvarê
Bi lezbeza biharê
Bi sibehên adarê
û
Bi qêrîna Gebarê
Dibêjim EGîT
Keda Mazlûm birûmet î
çira kurd î pêketî
Tu evîna milet î
û
Bi hêviya kurda ya serkeftî
Dibejim EGîT
Navê te pir şêrîn e
Ji ‘Mem’ re nerîna ‘Zîn’ e
Tovên Zardeşt der tîne
û
Bi roja Med î ku tu pêktîne
Dibêjim EGîT
çiqas me bêriya te kir
Silavên SEROK li te kir
Dilên xayînan mifteh kir
û
Bigaziya şehîdên Diyarbekir
Dibêjim EGîT
Ji kûrahiya dilê xwe
Bi firehiya bêhna xwe
Bi RONî ya mejiyê xwe
û
Bi hesreta welatê xwe
Dibêjim EGîT
Kurdistan bi te xweş e
Botan li dû te dimeşe
Gerîla îro artêş e
û
Gelê kurd tev şûrkêş e
DIBÊJIN EGîT..!
28.03.1998, Ordî