A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Feratê Dengizî - Çiya
181 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Feratê Dengizî - Çiya

War e
Yar e
çiya
Zageha her hebûnê

Dar e
Ber e
çiya
Wek dilê'm sorêtûnê

Kewî ye
Siyare ye
çiya
Dergeha ewlehî yê

Dilîn e
şabûn e
çiya
Ew warê her evînê

Zar e
Bar e
çiya
Dendika her zanînê

Dê ye
Bav e
çiya
Kokeleya jiyînê

şûr e
Mertal e
çiya
Her warşerê aştiyê

09.09.2009-Amed