A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Feratê Dengizî - Çi Dem
159 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Feratê Dengizî - Çi Dem

çiqasî ji şevên biharê hezdikim
Tarî
Tariya ku tu tiliyan di çavên hev re rakî
Azman tev stêrk
Mîna te
Gewdê bê serî
Stêrka gavanan
Rêya kadizan
Leylê û pêrmêzên
Komika sêwiyan
Kelogiriya evîna min
Nizam çima ji te hezdikim
Stêrkên azmanê Girê şêran
Mîna yên Rewandiz û Qendîl
çima dişibin hev stêrkên asîmanê welatê min
Lê em ji hev cuda
çima
Betilîm ji pirsên bêbersiv û
Gihayê hewşê tehl e
Tu yî stêrka sibê û
Ez im stêrka êvarê
Ya mixrubê…

Dagerîna bêserî
Bêdawiya elatrîkên beriyê
Yên Qamişlokê û Amûdê
Sirbangên xwekêşên Soran
Sorana gewre ya ku zordariyê ew kiriye Dîana
Sêrkêşê tu!
Ho yarê
De metirse
Evîn gerdûnî ye
Em tev gerdûnî
Em tev li hev helal in!
Ka ew roj!

û
Ez hê jî evîndarê te me
Mîna Geliyê Elî begê
Hevrezanîn, kûrderdîn û qirkirina bira
Qirkirina dil
Na, na qirkirina evînê
Neyarê bedena xwe
Neyarê hebûn û evînê ye
Divê çareser bibe ev nakokî
Hê Mîr Mihemed
Ka ew soz!

çiqasî ji reşî û kûrtariya çavên te hezdikim
Ez evîndarê du giran im
Tewş digere
şev û roj!

22.04.2012/ Rewandiz