A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Feratê Dengizî - Bê Azadî Nabe
217 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Feratê Dengizî - Bê Azadî Nabe

Ne mirina bi bombeyan
Ne aşîta berfe
Ne wesele weslebûna bedenê
Ne bêehlaqî û bêşerefiya Cîhanê
Min naxapîne

Ez agirê Newrozê me
Rihê jiyanê

Perpitandin bêheq e carinan
Av bi ya xwe dike û diherike
Zeman jî
Jiyan jî
Her tişt bi rêya xwe

Nabe

Lê bê azadî nabe
Bê rohnayî
Bê roj û tav
Bêyî agir
Qe nabe
Qet û qet nabe

Ez agirê jiyanê me
Rihê Newrozê

Avjiyana Girêşêran

Bê azadî nabe

13.03.2012-Amed