A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Feratê Dengizî - Ar
254 Xwendin
2 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Feratê Dengizî - Ar

Ar
Aro
Arî
Arîn
Arîno
Aro birev agir hat te

Arîn Ervan
Ji Wanê jî hezdike bêguman
Nedin ser sênca wî
Ew e stûna ziman
Pêşê te çîye li vira
Maleve ma min xwest
Bayê darbişkêv
Ez kirim barê zeman
Zemanê zervanê zerzewan
Aro birev zilim hat te

Kumişî kokeleya derdan
Hilweşiya fêkî
şala derd û xeman
Bizdonekî ne xem e
Wê pêrî te bê
Neke xelbxelb
Lêxê ji textikê êniyê
Bila nejî navno
Qêmîşî te nakim

Aro birev evîn hat te

Tu keyayê Mêrdînî
Li Delav
Bila kurederê bixwe
Ê ku caw çêdike
Ne Dengizî ye
A/Ê ku sifreya wê/î her tim ne li erdê
Dirya Xwedê
Azadwar be
Nebê „şêra Xwedê…?
Berberiye hert tim navbera
Mala Faro û Nêsir
Aro birev jiyan hat te!

12 Rêbendan 2012-Amed