Feqiyê Teyran - Îro Ji Destê Dilberê
Asoya Helbesta Kurdî
Şîrove

30-01-2022, 19:41:05
Helbest bê qusure lê bawerim di nivîse de hin cîh şaş hatine nivîsîn. Sipas

08-02-2022, 00:34:43
Îro ji destê dilberê
Pir bûn li min fikr û xiyal
Bedĥal kirim dêm-enwerê
Weqta ku min dî ew Xezal
Weqta ku min dî ew leṭîf
Hîvîdarim Nivîs rast hatibe nivîsîn...
Qamet ji reyĥana xefîf
Min dî di falê da elîf
Têtin ji min ṣed nalenal
Têtin ji min ṣed ah û zar
J’ bo qameta Şibhê çinar
Min bê wê qeṭ nîne qerar
Daʾim ji bejna wê qerar
Bejna leṭîfa enwer e
Qamet bi miŝlê ʿerʿer e
Mişkatê nûra ekber e
Jê tê bixûra ẕu’l-Celal
Jê tê bixûra weĥdetê
Selwa-bilinda qametê
Ṣadir ji ṣenʿa qudretê
Ĥeyf kû beʿîd bûn çavxezal
Ev çavxezala çavxumar
Reşmar ji burcan hate xwar
Kafir kirim ez bê şimar
Dêm-xawerê ebrû-hilal
Ebrû-hilala çavbelek
Nîne bi Şubhê wê melek
Lê dîn dibûn ʿaşiq gelek
Xala ĥebîba pir-ĥemal
Xala cemala dêm-binûr
ʿEqlim kirî sewda ji dûr
Naʾê ji destê min ĥiżûr
ʿEcêb-leṭîf e ew delal
ʿEcêb-leṭîf e cindi ye
B’ ezman-nizafet Kurdî ye
Ageh ji ʿuşşaqan niye
Mest im ji xemra la-yezal
Mest im ji xemra mahitab
Ciwan-leṭîfa nûşebab
Pir kir li min cewr û ʿitab
Reşmar li bircan bûne dal
Reşmar li bircan êwirîn
Bilbil di baxan ġilġilîn
Kafir li ĥalê min girîn
Qelbim kirî ṣed nalenal
Qelbim kirî ṣed ah û wah
Min qeṭ nedî zewq û ṣefa
Zêde li min cewr û cefa
Perwane yim ez bê mecal
Pir bûn li min fikr û xiyal
Bedĥal kirim dêm-enwerê
Weqta ku min dî ew Xezal
Weqta ku min dî ew leṭîf
Hîvîdarim Nivîs rast hatibe nivîsîn...
Qamet ji reyĥana xefîf
Min dî di falê da elîf
Têtin ji min ṣed nalenal
Têtin ji min ṣed ah û zar
J’ bo qameta Şibhê çinar
Min bê wê qeṭ nîne qerar
Daʾim ji bejna wê qerar
Bejna leṭîfa enwer e
Qamet bi miŝlê ʿerʿer e
Mişkatê nûra ekber e
Jê tê bixûra ẕu’l-Celal
Jê tê bixûra weĥdetê
Selwa-bilinda qametê
Ṣadir ji ṣenʿa qudretê
Ĥeyf kû beʿîd bûn çavxezal
Ev çavxezala çavxumar
Reşmar ji burcan hate xwar
Kafir kirim ez bê şimar
Dêm-xawerê ebrû-hilal
Ebrû-hilala çavbelek
Nîne bi Şubhê wê melek
Lê dîn dibûn ʿaşiq gelek
Xala ĥebîba pir-ĥemal
Xala cemala dêm-binûr
ʿEqlim kirî sewda ji dûr
Naʾê ji destê min ĥiżûr
ʿEcêb-leṭîf e ew delal
ʿEcêb-leṭîf e cindi ye
B’ ezman-nizafet Kurdî ye
Ageh ji ʿuşşaqan niye
Mest im ji xemra la-yezal
Mest im ji xemra mahitab
Ciwan-leṭîfa nûşebab
Pir kir li min cewr û ʿitab
Reşmar li bircan bûne dal
Reşmar li bircan êwirîn
Bilbil di baxan ġilġilîn
Kafir li ĥalê min girîn
Qelbim kirî ṣed nalenal
Qelbim kirî ṣed ah û wah
Min qeṭ nedî zewq û ṣefa
Zêde li min cewr û cefa
Perwane yim ez bê mecal
Helbestên din ên Helbestvanî/ê
Helbesta Îro
5 Helbestên Populer
5 Şîroveyên Dawîn
Qewlê Newala Sîseban - Şêx Xalid Zibarî
Hey maşaallah. Zehf xweşe. Ta'rifek béhemta bu jı bo cenga cihade u bı zımane kurdi. Em jı ber vi zımane rengin dızanın ku kafır buye xemgin. Lewra molla saidé kurdi ji dıbeje ez gelek hezdıkım destana qewle newala sisebane. Belè me dit ku sebeba hezkırıne çiye. Serfiraziya we dıxwazım. Spas.

Guliyên Eşqê - Nêrgiz Ismayîl
guliyên wan eşqa heyatê ye... doh pirtûka Guliyên Eşqê ji min re anîn..
ez kêfxweş bûm.. tu her bijî delalê.. keçka bajarê evînê
ez kêfxweş bûm.. tu her bijî delalê.. keçka bajarê evînê

Îstatîstîk
Hejmara Helbestan: 3,814
Hejmara Helbestvanan: 503
Hejmara Şîroveyan: 181
Xwendina Helbestan: 1,201,296
09-10-2021, 13:57:54