A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Feqiyê Teyran - Îro Girya Me Tê
2285 Xwendin
6 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Feqiyê Teyran - Îro Girya Me Tê

îro werin lêzim werin
Cîran û xelkê Hêşetê
Hûn rayekê li min bikin
îro qewî girya me tê

îro qewî j`me tê girîn
Sosin li mêrgan xeyirîn
Sed heyfa lêvê şekirîn
Êdî venaxun şerbetê

Lêvê di le`lîn û şeker
Kêm bûn ji wan durr û xeber
Sed ah û kovan û keser
Heyf eyn û lam çûn hicretê

Heyf eyn û lam bûn cuda
şîn û girî dîsa te da
Em razî ne b`emrê Xuda
Herçî ji dergehê te tê

Herçî dikit ew mîr dikit
Xêr û şeran teqdîr dikit
Daxan li qelban pir dikit
Sotim bi narê firqetê

Sotim bi nar û agirî
Vê fanîyê em j`ev kirî
Hetta xweş in em dê girî
Dost çû ye çerxa adetê

Eman adet bê eman e
Wan melek mehbub rewan e
Can di nêv axê nihan e
Ê felek bê mirwetê

Ey felekê bê wefa yê
Te çira mîhnet ne dayê
Yar di nêv axê gihayê
Ey felekê bê mirwetê

Ey felekê bê î`tîbar
Min bi te nîn in çu car
Nê te gelek mehbûb veşar
Paşî ewan xal 3u xetê

Nazik û mehbûb ciwanik
Qamet û bejna ziravik
``Kullu şey`în`` dê bin halik
Ji xeyrî şahê Qudretê

Her bi can xeyrî wî nabin
Ew hemî ax û turab in
..................
çuye mala zulmetê

Zulmeta tarî û kûr e
Meqbera nav li qubûr e
Ji haniyan yarî dur e
Qebr e benda firqetê

Meqbera mehbûb di nêve
Min muqîm çav man bi rê ve
çira yek nanî ji wê ve
Dînî kirim vê hikmetê

Min heyf li citê sorgulan
Zulfê muqîm ket ser milan
Danîne nav ax û hilan
Êdî bi kê dim ulfetê

Min heyfa reyhanê di reş
Kan sorgul û werdê di geş
Kêm bûn di wan bêhnên di xweş
Nîşan û xalê cebhetê

Nîşan û xalê fulfulîn
Min heyf li zulfa kagulîn
Hatin ku em jê dest hilîn
Hêj nagirin em `îbretê

Paşî wan xal û nîşanan
Qet nayê bêhna ruhanan
Ji mihnetê êş û janan
Tên ji narê firqetê

Firqeta wê her bi derb e
Daîm êşan û kerb e
Ê ku dî zanî çi derb e
Min ji xewfan xew netê

Min şevan xew lê tunîne
Bager û êşan û nihîne
Daîm têtin girîne
Mam li ser kes ew netê

Tîrekê dijwar fîraq e
Her kesê dî ev fîraq e
Mihnet 3u dax û hîraq e
Di qeyd û bend û mihnetê

Gumbeta tarî sitar e
Meqbera dost lê veşare
Te l`min heram kir bihare
çîçek û bêhn j`dûrî te tê

Qet nema bêhn kem çi werda
çîçek û bînxoş li erda
Paşî me mehbûb ku bi derda
çîmena kê j`dora netê

çîçeka kanî û av lê
Sosina daîm xunav lê
..................
Dê temam kim sohbetê

``Mîm û Hê`` şairkî pak e
Herkesê bi ruh bû ji make
Hemiyan dê ew fena ke
Ewî şahê Qudretê