A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Feqiyê Teyran - Çiya Anî Li Deştê Kir
2096 Xwendin
5 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Feqiyê Teyran - Çiya Anî Li Deştê Kir

Ji rengê dilbera horî
Gul û reyhan li min peyda
Zerîfa şeng niha borî
şeveq dabû di rewzê da

şeveq da erd û asîmanî
Li min dilber tu astan î
Dixwim sondê bi Subhanî
Zuleyxa bû di Misrê da

Tu çêtir î j`Zuleyxayê
Nih in wek te di dinyayê
Dixwim sondê bi Tahayê
Munewwer bû di nûrê da

Munewwer bû di nav nûrê
Kemer dabû li ser sûrê
Ji rengê dilbera horê
Dilê min tîrekê lê da

Li min da tîrekê dijwar
Serê tîrê di dil çû xwar
Dema ku ez dikim hawar
Wekî Mecnûn di deştê da

Wekî Mecnûn dimînim ez
Fena bilbil dixwînim ez
Heta kengê bimînim ez
Di hebs û hem zîndanê da

Di hebs û hem di zîndanê
Wekî Yûsuf li Ken`anê
Gelo ya Reb dilber kanê?
Neçar mame di vê rê da

Dikim hawar dewa lê kî
Ku bê carek derman lê kî
Welê bejnê tu zahir kî
Bibînim ez di cîlwê da

Bibînim bejn û balayê
Zerîfa şeng û lalayê
Neh in wek te di dinyayê
Di Tebrîz û di şamê da

şukur bo Te ewî çêkir
çiya anî li deştê kir
Dema ku min nezer lê kir
Meşî ew çû di xelwê da