A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Fatma Savci - Xewna Lal
564 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Fatma Savci - Xewna Lal

Me qewlê xwe danîbû
Bi hezar û yek biharan re,
Li nav ronîstana deşteşînekê,
Di çaxê vebûna stêran de…
Wê evîneke xemrî
Li mişextiya me ya bêdawî bar bikirana
û kenekî ji nefelê kesktir
Deştên nava me
Delal, delal
Bi neqişandana…
Gunehê me bû:
Me dest û hestên xwe yên şermok
Dirêjî dawa bê û gulê nekirin…
Lêvên me yên lerzok,
Ne hingivîn eniya gihîştinekê…
Bila neyar
Tu quretiyan li me nekin!
Em bûn,
yên ku xwedî li xewnên xwe yên gulînî derneketin…
Lehiya jibîrkirinê
Bi ser giyana me ya tazî de girt…
peyvên ku kûrahiya kendalên dilên me bûn
li ber avê çûn…
Di xewnan de,
xwezî lal mabana.
Nebû!
Mehkûmî parsekiya peyvên xerîb bûn…
Heyf!
Em ji warê rihanê mişext in niha
û ji nav guliyên hemî xeyalan xwe
şeht vegeriyan…

ji Bîra Birînê