A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Fatma Savci - Sî û Mij
369 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Fatma Savci - Sî û Mij

Ma tu tenê biharek î,
eşqa bask şîn
di kîşwera xewna min de binevşek î ?
li keviya xewna nefîkirî,
li ber hemî çeman zarokekî xeydok î?
çi leza te heye,
qey tu hatiyî agirekî?
Rûyê te,
Weke stêreke dûr, ji xemê me re diçirise,
Destên te yê rubarî wek tîrêjên rokê,
Di gewdê me yê tagirtî re hildikişin.
Guh nediyê,
Mirin li ber şemûka temenê me
Xwîniyekî westiyayî ye.
Bila birîna me ya reş,
porên lorîna xwe
bi êşên me yên her dan hine bike
Dilê xwe yê maka heyvê,
Wî zeviyê deşta dûr,
çêriya xezal û kîvroşkan
li sînga kendalê me asê bike.
Em di xewna xwe ya hîvaztî de şikestin.
lê dev ji vî çemî,
ji vî kendalî bernadin.
Ev dayin ne ya xwedê,
Ya dê ye…
Em ê li ser ya xwe bin,
ji bo xatirê te pîrika xwe jî,
koçka xwe ya ji ax û qeselê
di dawa Heskîfê de,
li Gulikê,
li ber siya kelihê lêbikin.
Destên min di yê sî û mijê de ne,
Xeyaleke ji çavên xwe yên kesk ê beharî
Bi ser xerîbiya min ve wer bike…
Hinekî zû bike qurbana te,
Rûyê kulîlkên nîsanê
û zarokatiya me ya kelogirî ji bîr neke…

ji Bîra Birînê