A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Fatma Savci - Mirad Dixemilandin
260 Xwendin
0 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Fatma Savci - Mirad Dixemilandin

îro li Sîpanê
xezaleke çiya dît min.

Li keviya dilê wê
Siyabendekî xemgîn pal dabû.

Devê tîra xwe kuh dikir.
Ji devê Qulingên birîndar
gotinên Evdêl kom dikirin
li lênûskeke rû spî...

Êlên giran
konê mezin vedidan
li lûtkeyên çiyê
li zozanan...

Zeriyên koçeran
ji dêvla neynikên neqişandî
li ber çavên Behra Wanê
dihûnandin keziyên xwe.

Zeynikê rûdinişt
li ber çokên bûkan
di destan de kilê siphanî,
û xwîna hemî gulan,
miradên gerden spî
Dixemilandin...

Xecekê jî
li bin darên spîndaran
ristikên xwe yên ji morîkên kehrîbar
girêdida,
li gerdena karxezalekê.

da ku bibe barana evîndaran
didan hev rondikên xwe
ji ser rûyê Siyabendekî...

û ji bo hew bikujin hezkiriyan
radihişte dilê xwe
davêt valahiya kendalekî...