A B C D E F G H I J K L M N O P Q R S T U W X Y Z
Fatma Savci - Li Benda Nofê Qulingan Mam
205 Xwendin
1 Ecibandin
Asoya Helbesta Kurdî

Fatma Savci - Li Benda Nofê Qulingan Mam

Keçika ji qewmê çivîkan!
dê bi levdana baskên te
dojeh biwestin,
bi tazîbûna zimanê te,
rûpûş bi tevahî biweşin...

Dixwazim bizanim,
kîjan demsal
dê kulîlkan vekin
li birînên te?

Li kîjan qonaxa zemên,
dê ferîşte bûhiştên mê
bikin mêvanên serxweşiyên te?

Neha, li dilê kîjan çiyayî
veşartî ye tovê kenê te?

çavên min bûn kanî
li rêyên ezmanan,
min,
zerka çavên stêran dizî.
li benda nofê qulingan mam.

lê çi bikim,
bêyî bilûra Evdalê Zeynikê bûm ez.
û wan nalînên min
ên ji dengê rûbaran jî nebihîstin.

dizanim,
Hecîreşkan ji zû ve ye,
çavreşî kirin bajar,

hêwanên qesrên kevnar,
şaneşînên bi darên mêwan
xemilandî...

lorîkên ber dergûşên
ji darê biyê jî
terikîn...

li midyadê mehserên tirî zuha bûn,
hew kes ava gulan jî vedixwe...

Lê ma tu zanî
şahmeran jî hew tê civanê
tu kesan...

îcar neha,
li kîjan kendalî
dihewin Hecîreşk nizanim.

min divî bizanim,
boyî çi ji sêncên helbestên me
koçber bûn: ew çûkên ku nîvî em bûn
hêvî bûn,
di xewnê de firîneke xweş,
di hişyariya me de
ew bask dîsa bi me ve bûn...

Belkî çavtirsandî bûn
ji demsalên ku ne yê kuncî û pirpirîkan
ne jî yê bih û çivîkan bûn?...

Tu bi qedrê qûmriyan kê
Bêje Hecîreşkan
bila vegerin careke din

Eger ku dibêjin illahî KENDAL
ma qey wê li kû bibînin
kendalek ji evîna me
mezintir...

û demsalek germtir
ji hêlîna dilên me?...